Di bin siya şerê li Rojhilata Navîn de, rêze peyamên dîplomatîk ên balkêş derketine holê.
Serokomar û Serokwezîrê Libnanê hişyariyên zelal dan Îranê.
Hemwextî vê, Hizbullahê cara yekem, şertên vekişîna xwe diyar kir.
Lêbelê, di heman demê de, êrîşên hewayî yên Îsraîlê dewam kirin ku başûrê Libnanê kirine armanc.
Di demekê de ku şer li Rojhilata Navîn didome, peyamên balkêş ji Libnanê bo Îran û Hizbullah hatin dayîn.
Serokê Libnanê Joseph Aoun di axaftina xwe de bi CNN re got;
Dîplomasî tenê rêya çareserkirina krîza bi Îsraîlê re ye.
Aoun peyamek ji Îranê re jî şand û got,
“Ne karê te ye ku tu destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Libnanê de bikî.”
Daxuyaniyek wisa ji Serokwezîrê Libnanê Newaf Salam jî hat.
Salam di axaftina xwe de ji Îranê re got,
“Başûrê Libnanê wekî kaxezeke di danûstandinan de bikar neynin,” û teqez kir ku welatê wî naxwaze bibe qada şer ji bo şerên desthilatdariya herêmî.
Îran: Divê Amerîka hêzên Îranê yên herêmî qebûl bike
Dema ku ev daxuyanî dihatin dayîn, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî peyamek ji Washingtonê re şand.
Araqçî îdia kir ku divê DYA hêza herêmî ya Îranê qebûl bike, û got;
Ew îhtîmala hevdîtinek di navbera Donald Trump û serokatiya Îranê de rast nabîne.
Îsralê Başûrê Libnanê daye ber xwe û bi dijwarî êrişî wê dike
Di vê navberê de, şerê li ser erdê dewam dike.
Piştî redkirina Hizbullah a pêşniyara agirbestê ya bi navbeynkariya DYA, artêşa Îsraîlê êrîşên nû yên hewayî li ser Başûrê Libnanê da destpêkirin.
Herêmên li dora bajarê Surê, Nabatiye û Çemê Litanî bûn armanca êrişan.
Lêbelê, tevî hemû aloziyan, çalakiyên dîplomatîk jî leztir bûne.
Serokê Parlamentoya Libnanê Nebîh Berrî yê wekî danûstandkarê Hizbullahê, ragihand ku heke agirbestek berfireh û vekişîna Îsraîlê pêk were, Hizbullah dikare razî bibe ku ji başûrê Çemê Lîtanî vekişe.
Ji ber vê yekê, niha bal li ser înîsiyatîfên agirbestê yên potansiyel e ku dikarin rêça şer biguherînin.



