Jinên hiqûqnas ên ji Reqa û Hesekê tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin û li dijî tecrîdê banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Endama Yekitiya Parêzeran a Reqayê hiqûqnas Xedîce Bedêwî li dijî tecrîdê bertek nîşan da û got:
“Rêber Ocalan ji mafên xwe yên hiqûqî bê par e..
Hevdîtinên bi xizm, malbat û parêzeran re qedexe ye.
Ev hemû nîşan didin ku hikumeta Tirkiyeyê ev darizandin bi awayekî adilane nemeşandiye.”
Li aliyekî din jî hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Rîm El Şenae jî got:
“Tecrîda li dijî Rêber Ocalan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.”
Endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên jî dibêje :
“Divê hemû jin xeleka têkiliyên xwe bi aliyên hiqûqî û têkildar re ji bo bidawîkirina tecrîdê xurt bikin.”
Endama rêveber a TEV-DEM a Hesekê Selwa Ehmed jî wiha got:
“Divê hemû gelên cîhanê û Rojhilata Navîn di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de bi vîneke xurt li ber xwe bidin.”