Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja 22ʹyê Çileya pêngava komkirina îmzeyan ragihand.
Heta 9ʹê Sibatê, 892 hezar îmze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin.
Endama Însiyatîfê Ahîn Elî diyar kir ku tevlêbûna pêngavê komkirina îmzeyan berfireh dibe.
Ahîn Elî beşdarbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêngavê wiha nirxand:
“Tevlêbûna pêkhateyê Ereb xurt e, bi sedan şêniyan îmze kir û daxwaza rakirina tecrîdê kir.
pêngava komkirina îmzeyan li kantona Hesekê bi dawî bû ..
Di demên bê de dê li herêmên din jî bi dawî bibe. ”
Ahîn diyar kir ku gelê herêmê di pêngava komkirina îmzeyan de, girêdana xwe ya bi ramanên Rêber Ocalan nîşan da û got:
Tevî mercên ewlehî û erdhejê jî şêniyan bi israr û îradeyeke xurt pêngav domand..
Li ser vî esasî dema pêngavê hat dirêjkirin.