Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca van êrîşan têkbirina jêrxaneya xizmetguzarî û aboriyê ya sivîlan e û wiha got:
“Em siyasetên dijminatiya Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewamiya şopandina polîtîkayên koçberkirinê şermezar dikin.
Em bang li civaka navdewletî dikin ku Tirkiyê hesab bipirsin û sînorekî ji êrîşên wê yên hovane ku hemû yasayên navdewletî binpê dike re deynin.
Her wiha em bang li Amerîka û Rûsyayê dikin ku rola xwe di parastin û sepandina rêgezên hiqûqa navneteweyî de bi kar bînin.
Em tekezî li ser giringiya çareseriya siyasî li Sûriyê dikin û di wê baweriyê de ne ku yekrêziya Sûriyan rêya tekane çareseriy aloziya sûriyê ye..
Em bang li hemû hêzên Sûrî dikin ku li hember van êrîşên ku sûcên şerin û dijî mirovî ne bibin xwedî helwestek yekgirî.”
Di encama bomebaranên dewleta Tirk a dagirker de 8 welatî şehîd bûn



