Tevî bajaran, li bajarokên Amarîka jî xwepêşandan belav bû

Li DYA çalakiyên li dijî nîjadperestiyê di roja 11 an de jî dewam kirin. Tevî bajarên mezin çalakî li bajarokan jî belav bû.

Ev dimen ji paytexta dewletên yekbûyî yê Amerîka, Washingtonê ye.

Li ser rêya ku ber bi qesra spî ve diçe, ‘jiyana çerm reşan hêjaye’ hate nivisandin û navê kolanê bi heman dirûşmeyê hate guhartin.

Di roj û şeva 11’an a çalakiyên li dijî kuştina welatiyê Afro-Amerîkî George Floyd ji aliyê polîsan ve, li ber qesra spî û parka mezin a bajar jî çalakî dewam kirin.

Di serî de Manhattan, li çend navçeyên New Yorkê jî çalakî hatin kirin.

Li Los Angelesê jî bi sedan çalakger li qadan bûn û daxwaza edaletê kirin.

Tevî bajarên mezin, çalakî li seranserê welêt, li bajarokan jî belav bû.

Ji bajarokê Biloxi ya Missisipi heta bajarokê Telsa ya Oklahomayê, li bi sedan bajarokan bi girseyî çalakî hatin lidarxistin.

Lê li deverên mina bajarokê Huntsville a Alabamayê, polîsan xwe li ber daxwazên xwepêşanderan negirtin û bi bombeyên gazê êriş kirin.

Di pêşketinên din de.

Li Buffalo New York, duh 2 polîsên ku çalakgerê 75 salî daf dabûn û serê wî şikandibûn bi cezayê ‘bê dayina muçe şandina malê’ hatibûn cezakirin.

Disa derheqê her dû polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin.

75 polîsên heman herêmê nerazîbûn nişan dan û ji beşa ‘mudaxeleya lêzgîn’ îstifa kirin.

Li eyaleta Virginia, derheqê 75 xwepêşanderan ku di çalakiya li ser rêya giştî hatin binçavkirin de doz ‘kombuna bê destûr û rê li ber kesên din girtin’ hate vekirin.

Li Brooklyna New Yorkê jî, li ser belavbûna dimena şîddeta polîsan û bertekan, 2 polîs ji erkê hatin girtin û derheqê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.

Di dimena buyerê de, polîs jinek bi tundî daf didin û ew davêjin erdê.

Yek ji lîderên civaka Afro-Amerîkî, oldar û parazvanê mafên civakî Al Sharpton ragihand ku ew ê di 57’emîn salvegera meşa ber bi Washingtonê ve, carek din li Washingtonê bin.

Al Sharpton ku duh beşdarî şîna George Floyd a li Minneapolîsê bûbû got:

’em ê 28’ê Tebaxê de bizivirin Washingtonê.

Emê ji bo car din ew xeyalê Martîn Luther King zindî bikin herin Washingtonê.

Divê em, çerm reş, çerm spi, latînî, ereb, hemû bi hev re, li bin siya Lincoln bizivirin washingtonê, rabin û ji wan re bibêjin, dem dema rawestandina vê nijadperestiyê ye.

Li aliyê din, çalakiyên ‘jiyana çerm reşan hêjaye’ li welatên din jî dewam dikin.

Li bajarê Ottawa ya Kanadayê, serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî beşdarî çalakiyê bû û bi çalakgeran re ji bo protestokirina nijadperestiyê çong danî.

Li bajarên Sydney, Brisbana, Melbourne û Adelaide yên awistralyayê jî çalakiyên mezin hatin lidarxistin.

Back to top button