HPG: Li Zap û Metînayê 11 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna 14’ê Tîrmehê çalakî pêk anîn.
HPG’ê ragihand di çalakiyên li herêmên Zap û Metînayê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk a ku nikare li pêşberî berxwedana gerîlayan encamê bigire êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî berdewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir berxwedana Gerîlayên Azadiyê a bi rihê 14’ê Tîrmehê li dijî artêşa Tirk ya dagirker dewam dike û derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê,

13’ê Tîrmehê tîmên gerok yên YJA Starê li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Qada Birîndaran ve werin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê dîsa li Qada Şikefta Birîndaran hêzên me bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku çeper ji dagirkeran re çê dikir. Derb li kepçê hate xistin û çêkirina çeperan hat rawestandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna,

9’ê Tîrmehê li Girê Cûdî û Girê FM di encama çalakiyên tîmên me yên gerok de 3 dagirker hatin cezakirin.

13’ê Tîrmehê bi taktîka sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer yên Qada Girê Amediyê ve werin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û yek jî birîndar bû.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên gerîla 9 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anî

Dîsa 13’ê Tîrmehê li Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi şêwaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin. Di van çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku nikare li pêşberî berxwedana gerîla encamê bigire 10, 11, 12 û 13’ê Tîrmehê li dijî qadên berxwedanê yên gerîla 9 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi balafirên şer, 27 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi tank, obus û hawanan êriş û bombebaran pêk anîn.

Back to top button