Gerîlla TV dîmenê çalakiya Girê Amediyê belav kir

Bi sedan balafir, helîkopter û dronên êrişê.
Bi deh hezaran leşker û cerdevan.
Piştgiriya NATO û hevkariya PDK’ê..
Dewleta Tirk bi van hêzan 3 meh in êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê dike.
Lê çend tîmên gerok ên gerîllayên Kurdistanê dikarin li ber vê hêza mezin rabin û derbên giran li wan bidin.
Dîmenên çalakiya Girê Amediyê ku ji aliyê Gerîlla TV ve hatin belavkirin, nîşaneya vê yekê ye.

Artêşa ku ti carî nayê şikestin.

Hêzên taybet ên “Kumsor”.

Balafirên bê mirov SÎHA.

Dewleta Tirk bi van qêrînan dest bi tevgera dagirkirinê ya 17’ê Nîsanê kir.

Di vê propagandeya şerê taybet de jî herî zêde pesnê hêza xwe a taybet ku navê Bordo Berelî yanî “Kumsor” dikir.

Leşkerên artêşa Tirk ên di van dîmenan de xuya dikin, hêza binavê “Kumsor” e.

Ji perwerdeya wergirtine, heta bidestxistina hêza xweragirtinê, qaşo leşkerên herî taybet ên dewleta Tirk in.Devera ku ev dîmen lê hatine kişandin, Girê Amediyê ye.

Destpêka Tîrmehê artêşa Tirk ji bo dagirkirina vî girî, bi rojan bombe lê barandin.

6’ê Tîrmehê piştî ku bawer kirin ti gerîlla li Gir nemaye, bi helîkopteran hêza xwe a taybet “Kumsor” li wir danîn.

Lewma ew çendî bi rehetî tevgeriyan.

Lê ji nişkê ve, van leşkeran xwe di nava kemîna gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê de dîtin.

Ji dîmenan xuya dike ku gerîlla vê carê rêbazeke cûda bikar tînin.

Pêşî rê didin helîkopteran ku leşkeran deyne.

Paşê leşkeran dixin bin kontrolê û ji 3 baskan ve li wan didin.

Ji van hersê baskan gerîlla bi çekên ferdî û bombeyên destan derbên giran li hêza herî taybet a artêşa Tirk dixin.

Leşkerên ku ji ber lêdane gerîlla matmayî mane, nema zanîn bê wê bi ku ve herin.

Û yek bi yek têne bê bandorkirin.

Di wan kêliyan de ji bo nekevin destê gerîlla, artêşa Tirk bi helîkopteran cenazeyên leşkerên xwe bombardiman dike.

Encama ji vê çalakiya mezin derdikeve holê;

  • Wêrekiya gerîlla a li hemberî teknîka artêşa Tirk û hêza wê ya taybet.
  • Diyar dibe ku artêşa Tirk bi hêsanî wê nikaribe leşkerên xwe li girên Kurdistanê deyne.
  • Cenazeyên bi dehan kuştiyên radestî malbatê wan nayên kirin, ji aliyê artêşa Tirk ve têne perçekirin.

Back to top button