Rûsya êrişî bajarê Vinnytsia kir, 12 kes mirin 25 birîndar bûn

Di şerê li Ukrayna de, bîlançoya sivîlên hatine kuştin giran dibe.
Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî bajarê Vinnytsia kir.
Di êrişê de, zarokek di nav de 12 sivîl hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.

Artêşa Rûsyayê vê carê bi 3 moşekan li navenda bazirganiyê ya li bajarê Vinnytsia xist.

Li gorî daxuyaniya Servîsa Lezgîn a Ukraynayê, di encama êrîşê de zarokek jî di nav de 12 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji rêveberiya Ukrayna ragihandî moşek li navenda bazirganiyê ketine û zirar dane avahiyên wê.

Gelek wesayîtên li cihê rawestinê bûn, şewitîne.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser hesabê xwe yê Telegramê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşê da û got,

“Eger ev ne çalakiyeke eşkere a terorî ye, wê demê çi ye?”

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji 24’ê Sibatê ve ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê heta niha bêtirî 5 hezar sivîl hatine kuştin.

Back to top button