Efrîn….Ji ber binpêkirin û sûcên li dijî jinan jineke ciwan dawî li jiyana xwe anî

Ji ber zext, binpêkirin û sûcên dijî jinan li herêmên dagirkirî, jin neçar dimînin xwe bikujin. Li Efrîna dagirkirî jineke ciwan dawî li jiyana xwe anî û di nava mehekê de li Idlibê zêdetirî 10 jinan dawî li jiyana xwe anîn.

Li Efrîna dagirkirî jineke ciwan ji şêniyên kantona Efrînê ji ber sedemên nediyar dawî li jiyana xwe anî.

Çavkaniyan ragihandin ku duh jina ciwan a bi navê Cîhan Omer Berekat a 23’ê salî ji navçeya Şêrawa ya Efrînê jiyana xwe ji dest da.

Jina ciwan li navçeya Raco zewicî ye û dayika zarokekî ye.

Termê wê di mala xwe de bi awayekî întîhar hatiye dîtin û sedema wê jî nayê zanîn.

Beriya niha jî ev jin ji aliyê çeteyan ve rastî êşkence û destdirêjiyê hatiye

Di nava mehekê de li Idlibê zêdetirî 10 jinan dawî li jiyana xwe anîn

Li herêmên gundewarê Idlibê yên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ji destpêka vê mehê zêdetirî 10 jinan dawî li jiyana xwe anîne.

Ekîba Koordînatorên Mudaxaleyê ya Sûrî destnîşan kirin ku ji serê salê ve li Idlib û bakûrê Helebê 6 jê hewldanên xwekujiyê û bi giştî 25 buyerên xwekujiyê ya jinan hatiye jiyîn.

Back to top button