Bêtirî 11 hezar cihên li Xezayê hatine bombekirin

Şerê navbera Îsraîl-Hemas nêzî hefteya xwe ya 4’an dibe.
Bi dirêjbûna dema şer e, êriş dijwartir dibin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji despêka şer ve, wan êrişî bêtirî 11 hezar nuqteyên hemasê kiriye.
Di nava vê rewşa heyî ya bi aloz de, Amerîka balafira bombebaranê şand Tirkiyê.

Di şer de ku bi êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê re destpê kir, li Şerîda Xezayê di bombardûmana Îsraîlê de derdora 9 hezar kes mirin, ku bi hezaran ji wan zarok bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ku herî kêm 8 hezar û 525 kes hatin kuştin.

Ji wan 3 hezar û 542 zarok, 2 hezar û 187 jî jin bûn.

326 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Li eniya Îsraîlê jî bîlanço giran dibe.

Di êrîşên ji 7’ê Cotmehê û vir ve piraniya wan sivîl zêdeyî 1400 kes mirin.

Artêşa Îsraîlê sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku 9 leşkerên din hatine kuştin.

Bi vî rengî ji 7’ê Cotmehê ve 326 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Zêdeyî 11 hezar cihên li Xezayê hatine bombekirin

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji destpêka şer ve li Şerîda Xezayê bêtirî 11 hezar ‘hedefên rêxistina terorê’ hatine bombekirin.

Artêşê her wiha diyar kir ku li Şerîda Xezeyê bi Hamasê re li qadê jî şerekî giran diqewime.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava çend saetan de bi dehan şervanên Fîlîstînî hatine kuştin.

Hîzbûllah a Libnanê bîlançoya şer weşand

Li eniya din a şer li sînorê Libnanê êrîş giran bûn.

Êvara Sêşemê Hîzbûllahê bîlançoya şer û êrîşan weşand.

Hîzbûllahê diyar kir ku 120 leşkerên Îsraîlê ‘hatine kuştin û birîndar bûne’.

Balafira bombardomanê ya Amerîka li Tirkiyê ye

Di vê navberê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA balafira bombardumanê ya B-1B şand Tirkiyê.

Ev balafir li balafirgeha Hewayî ya Încîrlîkê hatiye bicihkirin.

Li dijî Îsraîl a êrişî kampa koçberan a Cibaliye kirî bertek

Back to top button