HEDEP: Êrişên îro li dijî Rojava berdewama êrişên DAIŞ’ê ne

KCK’ê, KJK’ê û HEDEP’ê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê diyar kirin Şoreşa Rojava bi têkoşîna hevpar dikare bê parastin û bang li herkesî hat kirin û piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari jî bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de Berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê û Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin û wiha hate gotin,

“Êrişên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin dewama êrişên DAIŞ’ê ne.

Em ê bi gelê Rojava re piştevaniya xwe bidomînin.

Berxwedana Kobanê siberoja me ronî dike.”

KJK: Ji bo parastina şoreşê divê têkoşîn bê mezinkirin

Koordînasyona KJK’ê jî Roja Kobanê ya Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin,

“Li Kobanê ya ku hate têkbirin tenê hêza fîzîkî û leşkerî ya DAIŞ’ê nebû, di heman demê de polîtîkayên dagirî, talan, qirkirin û faşîzmê ya pergala serdest a mêr serwer bû.

Azadkirina Kobanê ya di pêşengiya jinan de xwedî girîngiyeke dîrokî û gerdûnî ye.”

KJK’ê di dawiyê de li dijî êriş û planên dagirkirina Rojava banga mezinkirina têkoşînê ya ji bo parastina destketiyên şoreşê li herkesî kir.

Back to top button