DAIŞ’ê êrişî navenda Asayîşê ya Reqayê kir

Îro şaneyên DAIŞ’ê êrişî navenda Hêzên Asayişê ya Reqayê kirin..
Hêzên Asayişê ragihand ku heta niha 2 çeteyên Daiş hatin girtin û lêgerîna li çeteyên din dewam dike.
Ji bo ewlehiya Welatiyan, Fermandariya Asayişê qedexeya derketinê û rewşa Awerte li Reqayê ragihand.

Çeteyan li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Îro (26’ê Kanûnê) di seatên nîvro de, Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî a li bakur rojavayê Reqayê kir.

Hate zanîn ku li cihê êriş pêk hatiye, girtîgeheke çeteyên DAIŞ’ê heye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî yekser cihê ku êriş li çêbûye dorpêç kir.

Hevserokê Desteya Hundirîn Elî Heco: Di êrişê de 6 endamên hêzên me şehîd bûn

Têkildarî êrişa şaneya DAIŞ’ê, Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco agahî dan.

Elî Heco ev agahî parve kirin:

“Di encama têkbirina êrişa şaneya DAIŞ’ê de, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên hêzên leşkerî şehîd bûn.

Piştî êrişa DAIŞ hêzên Asayişê li Reqa operasyon da dest pê kirin

Piştî êrişê, Hêzên Ewlekariyê ji bo girtina endamên şaneyê, operasyona paqijiyê li herêmê dan destpêkirin.

Li Reqa 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hat ragihand ku 2 çeteyên ku êrişa xwekuj li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê pêk anîbû, hatine kuştin.

Hate zanîn ku çeteyekî kuştî kembera bombebarkirî li xwe pêçabû.

Piştî êrişê hin çeteyên êrişkar reviyan, li ser wê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê operasyona lêgerîn û paqijiyê daye destpêkirin.

Li Reqa rewşa awarte û qedexeya derketinê hat raghandin

Her weha ji bo rewşa ewlehiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqa rewşa awarte û Qedexeya derketinê ragihand.

Lê heta niha, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişê tu daxuyanî nedane.

Back to top button