200 malbatên idlibî yên din gihiştin Minbicê

Beşa pencemîn a koçberên Idlibê ku ji 200 malbatî pêk dihat, derbasî bajarê Minbicê bû. Piştî şerê li Idlibê giran bû heta niha zêdeyî hezar koçberî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûne. Ji bo bicihkirina van koçberan jî Rêveberiya Xweser dest bi amadekariya vekirine kampekê kiriye.

Li derdora Idlib û rojavayê Helebê ji ber şerê dijwar yê di navbera hêzên rejîm û çeteyên dewleta tirk de, pêla koçberiya ber bi herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî zêde dibe.

Koçberên ji ber şer direvin, berê xwe didin bajarê Minbicê.

Herî dawî îro, beşa pêncan a ji zêdeyî 200 malbatî pêk dihat, di dergeha Ewn El-Dadat derbasî Minbicê bûn.

Beşa pêncan jî bi koordîneya Lîwa El-Şîmal Dîmokratîk a ku di bin banê QSD’ê de ye derbasî herêmê bû.

Beriya niha jî li ser 4 beşan nêzî hezar koçberî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûbûn.

Rêveberiya Xweser ku barê van koçberan hilda ser milê xwe, dest bi amadekariya vekirina kampeke nû dike.

Kampa ku ji bo koçberên Idlibê tê amadekirin wê li gundê Cideydet El-Humir yê Minbicê be.

2’ê Sibatê Eşîrên Ereb ên Tebqayê jî bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku ewê ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Idlibê hemû derfetê di destê xwe de bikar bînin.

Bi gurbûna şerê li ser Idlibê re, Fermandarê Giştî yê QSD’ê gotibû ‘ Ew amade ne pêşwazî li koçberên Idlibê bikin’.

Ev banga ferdamndarê QSD’ê ji aliyê partî, rêxistin û eşîrên li bakur û rojhilatê Sûrî ve bi keyfxweşî hatibû pêşwazîkirin.

Back to top button