Mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa li herêma Cizîrê îro dest pê kir.
Mihrecan bi serpereştiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê hat organîzekirin.
Mihrecan li hola Yekitiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo hat dest pê kirin.
Mihrecan wê 7 rojan dewam bike û li van bajaran li gorî planê hatiye rêxistinkirin: 3 roj li Qamişlo, 2 roj li Dêrikê, 2 roj li Hesekê.
Di mîhrîcanê de gelek cûreyên werzîşê wê werin pêşkêşkirin.
Şehîd Baran Mawa yek ji fermandarên Tevgera Ciwanan a girêdayî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû 7’ê Tîrmeha 2018’an bombebarana balafirên artêşa Tirk li dijî çiyayên Kurdistanê de şehîd bûbû.