Meclisa Jinan a HDP’ê Bi daxuyaniyekê revandina Buşra Kuyun şermezar kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser revandina endama Meclîsa Partiyê Buşra Kuyun û diyar kir ku ewê rê nedin van polîtîkayên desthilatdariyê.

Meclîsa Jinan a HDP’ê di daxuyaniyê de got:

Endama Meclîsa Partiyê Buşra di nava rojê de li Wanê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan naskirin ve hate revandin û gef lê hate xwarin.

Em baş zanin ku jinên li ber polîtîkayên zayendî-perest û desthilatdariyê radibin dibin hedefa gefên bi vî rengî.

Revandina hevala me Buşra û gefa lê hate xwarin, ji polîtîkaya winda-kirin, dijminatiya li jinan û Kurdan a faşîsta AKP-MHP’ê ye.

Buşra hevrêyeke me ye ku ji bo Meclîsa Partiyê hatiye hilbijartin û di heman demê de karê ciwanan dimeşîne.

Em ji wan re dibêjin, em ê tu carî rê nedin van polîtîkayên we.

Back to top button