Di Nîsanê de, 220 Karker jê 14 Jin jiyana xwe ji dest dan

Meclisa Tendirustî û Ewlehiya Karkeran a Stenbolê rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir, ku tenê di Meha Nîsanê 220 karker jê 14 jin ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane.

Meclisa Tendirustî û Ewlehiya Karkeran a Stenbolê rapora xwe bi ser-navê “Çerx dizivire û karker dimirin” parve kir.

Meclisê, destnîşan kir ku di Nîsanê de 220 karker jê 14 jinan ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane.

Meclisê ragihand ku karkerên ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest didin wek cînayeta kar dinirxînin û teqez kir ku jimara zêde yê karkerên dimirin jî li Stenbolê ne, ku 66 lê mirine.

Tevî ku 1’ê Tîrmeha 2003’an hevpeymana parastina karkeran li gelek weletan hat erêkirin, lê hîna karker bê ewlehî û parastin kar dikin.

Back to top button