TJA û HDP: Li dijî polîtîkayên dijminahiyê têbikoşin

Bertekên li dijî êrîşa li ser şaredariya Qersê ya li avahiya HDP’ê dewam dikin. Tevgera Jinên Azad TJA’ê û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Êlihê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîş şermezar kir û gotin: Emê li dijî polîtîkayên dijminahiyê têbikoşin.

Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA’yê Gulîstan Sonuk ve hat xwendin.

Gulistan Sonuk destnîşan kir ku hikûmet bi tayinkirina qeyûman re, dixwaze pergala hevşaredariyê têk bibe û diyar kir ku faşîst niha êrîşî şaredariya Qersê dikin.

Aktivîsta TJA’yê da zanîn ku AKP’ê hewl dide bi tifaqa qirêj şaredariya Qersê hedef bigire. Hevserokên Qersê di vê pêvajoyê de ji bo parastina tenduristiya gel xizmet dikin. Tevî vê dewlet êrîşî şaredariyên gel dike.

TJA û Meclisa HDP’ê ya Êlihê, teqez kirin ku li dijî tevahî polîtîkayên dijminahiyê, ewê têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button