Parêzer Asya Ulker: Tecrîd ji destpêkê de hebû

Parêzer Asya Ulker ku 10 sala Parêzeriya Rêber Apo kiriye, destnîşan kir ku li gorî qanûna hiqûqî a tevahî cîhanê tu girtî di demeke dirêj divê bê hevdîtin nemîne û bang li hemû hiqûqnasan kir ku divê tevlibûna kesan û aliyan ji bo kampanyayan pêk bê û li dijî tecrîdê divê tu kes deng nemîn e.
FILM

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo dewam dike.

20 mehin tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin.

Parêzer Asya Ulker ku di navbra salên 2001’ê û 2011’an de parêzeriya Rêber APO kir û 11 sal e nikare hevdîtinê bike, nirxandin kir.

Asya Ulker destnîşan kir ku ji roja Reber Ocalan anîn giravê di bin tecrîdê de ye û got:

”Piştî 2002’an şûnde bi hincetên muxalefeta hewayê, xerabûna kosteran hevdîtin hatin astengkirin.

Wê pêvajoyê qedexeya hevdîtinê ya herî dirêj mehek bû.

Lê dîsa jî hevdîtin tekez pêk dihatin.”

Parêzer Asya Ulker: Divê CPT’ê rola xwe bileyize

Asya Ulker bang li CPT ji CPT’ê balkişand ser erka CPT’î yê û diyar kir peywira CPT’ê ew e derbarê mijarê de lêkolîn bike û rewşê parve bike.

Asya ji CPT’î xwest ji bo Rêber Ocalan û hevalên gel wî li gorî mafên mirovan tevbigerin.

Parêzer Asya Ulker: Divê her kes tevlî kampanya îmzeyan bibe

Asya Ulker bang li hemû hiqûqnasan kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin, û divê tevlibûna kesan û aliyan ji bo kampanyayan pêk bê.

Back to top button