Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişîne ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk bi navê ‘Tu jî dengê xwe bilind bike’ dest bi kampanyekê kir.
Berdevka Partiya Çepgir a Upsalayê Ylva Larsdotter têkildarî mijarê axivî û got,
“Em dixwazin bi vê kampanyayê bala herkesî bikşînin ser karanîna çekên kîmyewî ”
Alîkarê Yekemîn ê Şaredarê Bajarê Mezin Tobîas Smedberg jî diyar kir dewleta Tirk 39 sal in operasyonên dagirkeriyê yên leşkerî dimeşîne û niha jî raporên bikaranîna kîmyewî tên ber destê wan..
Partiya Çepgir ya Swêdê: Li dijî sucên Tirkiyê deng bilind bikin
Parlamenter Îlona Szatsmari jî destnîşan kir ku divê demildest li ser raporan were sekinandin.
Endama Desteya Rêveber a Partiyê, Yekbûn Alp jî ev peyam da:
“Partiya Çepgir hiqûqa navneteweyî û mafên gelê Kurd diparêze.
Sûc tên bêdengiyê tên kirin û jibîrkirin. Lewma hûn dengê xwe bilind bikin.”