Dagirkeran daristanên li dora gola Meydankê ya navçeya Şera talan kir

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li li Efrînê bê navber dewam dikin..
Dagirkeran daristanên li dora Gola Meydankê yê navçeya Şera birîn û talan kir.
Li gorî hatiye belgekirin, di meha Tebaxê de çeteyan derdor 1200 dar li Efrînê birîn.
Her wiha zêdetirî 84 welatî jî revandine.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên mîna kuştin, revandin, dizî, talan û wêrankirina xwezaya wê dewam dikin.

Ev dîmenê li derdora Gola Meydankê ya navçeya Şera ye ku bi daristanên xwe navdar e.

Çeteyên dagirkerya Tirk bi bi rekên elektrîk daristanan derdora golê dibirin.

Weke di dîmen de jî xuya dike, çeteyan hemû darên li derdora gola Meydankê birîne.

Dagirker li her deverên Efrînê xwezaya wê wêran dikin, ji bo bazirganiya êzingan an jî avakirina mêtîngehan bi dehhezaran darên Efrînê birîne.

Li gorî Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê çeteyan ji destpêka dagirkirina Efrînê heta niha 44 hezar dar birîne û şewitanidne.

Dagikeran di meha Tebaxê de 84 welatî li Efrînê revandin

Li aliyekî din, sûcên dagirkeran ên li dijî welatiyên Efrînê û kesên li Efrînê hatine bicihkirin her diçe zêde dibe.

Tora Çalakavanên Efrînê bîlançoya sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ku di meha Tebaxê de pêk anîne eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê, dagirkeran di meha tebaxê de ev sûc pêk anîn:

Welatiyek hate şehîdxistin, Cezayê darvekirinê li welatiyekê hatiye birîn , jineke temenmezin bi guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest da.

Cezayê zindanê li welatiyekî hate birîn.

Zêdetirî 84 welatî di nav de 8 jin, 8 kesên temenmezin, 2 keç û zarokek hatin revandin.

Li 19 deveran Zêdetirî 2500 dar hatin birîn.

3 mal hatin desteserkirin û 3 mal jî hatin talankirin.

Back to top button