KNK: Destketiyên gel niha hemû ketine di bin gefên tunebûnê de

Beriya 33 salan gelê başûrê Kurdistanê li dijî Seddam Husêyîn gelek caran serî hildan
Bi rizgarkirina bajarê Kerkûkê ji destê rejima Baas serhildan gihişt encamê.
Lê ezmûna 33 salên a rêveberiyê wek binkeftî tê pênasekirin.
KNK’ê û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi peyaman raperîna gel bi bîr anîn û gotin; “Destkeftiyên gel niha hemû di bin gefên tinebûnê de.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê di serî de ev roj li gelê başûr pîroz kir û ji malbatên şehîdan re silavên xwe pêşkeş kir.

KNK’ê bal kişande li ser ked û hewldanên gel yê ji bo serxwebûnê û got:

Piştî raperînê, ji ber şaş rêvebirin û nakokiyan destkeftiyên xelkê Kurdistan ku berhemê Raperînê bûn, niha hemû ketine bin gefên tinebûnê de.

KNK: Divê li ser prensîbên raperînê xebat werin meşandin

KNK’ê bang kir ku divê li ser prensîbên raperînê ku yekîtiya netewî jî di nav deye xebat werin meşandin û ev peyam da:

Divê rêgezên azadî, demokrasî, hilbijartin û rêveberiya baş bê şopandin. Pirsgirêkên xelkê werin çareserkirin û baweriya civakê ya bi ezmûna siyasî ya Kurdistanê were zindîkirin.”

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî: Armancên şehîdan hemû pêknehatin

Her wiha Serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Bafil Talebanî jî bi daxuyaniyekê salvegera raperînê bi bîr anî.

Bafil Talebanî îşaret bi nerazîbûnên gel yên di roja îro de kir û ev tişt anî ziman:

“Em dizanin nerazîbûn zêdene û ew armancên xwîna şehîdan ji bo hatine rijandin, hemû pêknehatine. Xizmetguzarî ne di asta pêwîst dene û rewş ne di wê asta ku xelk li bendê bûne.”

Bafil Talebanî: Em ê rêbaza xelet ya siyaset û rêvebirinê rast bikin

Talebanî destnîşan kir ku ew ê vê rêbaza xelet ya siyaset û rêvebirinê rast bikin û hebûna destûra Kurdî li navenda biryara siyasî Bexdayê biparêzin.

Serhildanên gelê Başûrê Kurdistanê ên meha Adarê

Back to top button