Parêzerê Îtalî Nicola Giudice: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîke

Şandeya Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyê û Kurdistanê hin rêze serdan kirin.
Parêzerê Îtalî Nicola Giudice têkîdarî tiştên ku çavdêrî kirine axivî û got: “Teqez tecrîda li Îmraliyê pirsgirêkeke polîtîke, îzolekirin e.”

Şandeya Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 12 parêzerên pêk tê li Tirkiyê û Kurdistanê hin rêze serdan kirin.

Şandeya ku parêzerên Swêd, Afrîkaya Başûr, Spanya, Îtalya û Norweçê di navê de ne, balêdikşînin ser tecrîda li ser Rêber Apo.

Parêzerê îtalî Nicola Giudice yê di nav delegasyonê de cih digire, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û hewldanên delegasyonê nirxandin kirin.

Giudice destnîşan kir ku di nav binpêkirinên mafan ên şahidî jê re kiriye tecrîda li Îmraliyê ji binpêkirinê wêdetir e û wiha got:

“Em weke çavdêr gelek binpêkirinan dibînin û dibihîsin, teqez tecrîda li Îmraliyê ne tecrîdeke hiqûqî ye pirsgirêkeke polîtîke. Tecrîd kirin pratîkeke serweriyê ye, îzolekirin e. Ev ne rewşeke hiqûqî an jî legal e, teqez rewşeke polîtîk e.”

“Rakirina tecrîdê ji bo çareserkirina pirskirêkan gaveke erêniye”

Giudice, diyar kir ku Rêber Apo têkîldarî meseleya kurd xwediyê gelek agahiyan e û ev tişt anî ziman:

“Teqez di nava azadiya Ocalan û çareseriyê de têkiliyek heye, ji ber ev meseleyeke polîtîk e. Rakirina tecrîdê û pêkanîna diyalogê wê teqez bandoreke erênî bike û pirskirêkan kêmtir bike. Ev dibe ku ji bo çareseriya meseleya kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn gava yekemîn be.”

“Ji bo ku em zexteke siyasî bikin em ê bikevin nava hewldanan”

Giudice, diyar kir ku ew ê bêhiqûqiyên ku dîtine ji saziyên pêwendîdar re ragihînin got:

“Di vê çarçoveyê de emê bikevin nava hewldanê.

Ji ber ku dewleta Tirk niha li Rojhilata Navîn aktoreke bixeter e.”

Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan hêvî ye

Back to top button