Cenazeyê şehîd Şevger li Qendîlê hat oxirkirin

Di 1’ê Adarê de dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelarê ya girêdayî Silêmaniyê malek bombebaran kir.
Di encamê de Endamê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Heval Şevger şehîd bû.
Îro cenazeyê şehîd Şevger li Goristana Şehîdên Binarê Qendîlê hat oxirkirin.

1’ê Adara 2024’an balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelarê ya girêdayî Silêmaniyê malek bombebaran kir.

Di encamê de Endamê Koma Civakên Kurdistan (KCK) Heval Şevger şehîd bû.

Îro jî cenazeyê şehîd Şevger ji Silêmaniyê ber bi Goristana Şehîdên Binarê Qendîlê ve hate şandin.

Li goristanê endamên Tevgera Azadî, û gelê welatparêz ji bo oxirkirina şehîd kombûn.

Di merasîmê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr Wehab Ehmed fedakariya şehîdan bi bîrxist û got:

“Divê em destekê bidin vê têkoşînê, divê em hemû bersivê bidin van êrişên dagirkeriyê.

Dijminê ku dixwaze me ji rêxistinê dûr bixe, bila bawer be ku em li ser rêya rast ya şehîdane.”

Li ser navê Tevgera Azadî Rehman Resûl jî bê dengiya rayedarên Başûrê Kurdistanê ya li hember êrişan şermezarkir û wiha axivî:

“Iraq, Hikûmeta başûrê Kurdistanê û rêxistinên navdewletî ji êrişan bê helwestin.

Ev bê dengî nîşan dide ku ew li gorî pîvanên mafê mirovan tev nagerin.

Resûl sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Şevger hate oxirkirin.

Back to top button