Nobeta Edaletê: Ji bo avakirina jiyana azad divê tecrîd bidawî bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dane destpêkirin di roja 100’î de ye.
Hemwextî vê çalakyên Nobeta Edaletê jî bi biryardarî dewam dike
Çalakgeran Îro careke din banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin: “Ji bo avakirina jiyana azad divê tecrîdê bidawî bibe.”

.çalakiyên Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyê dane destpêkirin dewam dike.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê meha sêyemîn li pey xwe hişt.

Îro jî gelek kes tev li çalakiyê bûn û piştgîriya çalakgeran kirin.

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Çalakgerên li Stenbolê jî destnîşan kirin ku ji bo avakirina jiyana azad divê tecrîdê bidawî bibe.

Rêveberên DEM Partiyê ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin û anîn ziman ku divê desthilata Tirkiyê daxwazê çalakgeran bicîh bîne.

Çalakgerên li Îzmîrê jî banga serbestberdana girtiyên nexweş kirin.

Beşdaran diyar kirin ku heta daxwazên wan bicîh neyê ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 100’î

Back to top button