Di 6 mehan de 235 jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin kuştin

Ev demeke li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mijara tundiya li ser jinê di rojevê de ye.

Li hemberî wê jî jin bi dirûşmên, ‘Kujer AKP’ê ne daketin qadan.

Di nava 6 mehan de 235 jin li Tirkiyeyê hatine kuştin, ji bo vê jî Tevgerên Jin wê 26’ê mehê li dijî kuştinên jinan û ji bo pêkanîna ‘Hevpeymana Stenbolê’ çalakî lidarbixin.

 

Piştî bûyera xwendekara Zankoyê Pinar Gûltekîn ya ji bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ku li Mûgla bi awayeke hovane hate kuştin, jin daketin qadan û ev bûyer şermezar kirin.

Jina bi navê Pinar ku li ser destê hevalê xwe yê bi navê Cemal Metîn Avci yê 32 salî bi awayekî hovane hat kuştin.

Ev demeke rojane li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jin tên kuştin.

Bîlançoya 6 mehan a kuştin û mirinên biguman ên jinan li Tirkiye wiha ye:

BÎLANÇOYA 6 MEHAN A KUŞTIN Û TUNDIYA LI SER JINÊ LI TIRKIYÊ

Di 6 mehên îsal de 146 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

89 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî 235 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Piranî jî mêr ji aliyê dewletê ango desthilata AKP’ê hatine parastin û cezayên pêwîst negirtine.

Li ser zêdebûna tundiyê wê jin di 26’Tîrmehê dakevin qadan.

Jin wê di çalakiyên xwe de zextê li desthilata AKP-MHP’ê bikin û banga tefîla hevpeyamana Stanbolê jî wê bikin.

Bi zêdebûna tundî û hovîtiya li dijî jinan a li Tirkiye jin dixwazin ev peyman bikeve meriyetê.

Li gorî peymanê divê kuştin û xwekuştinên jinan ji aliyê ekîbên pispor ve, bêyî rastî ti astengiyeke dewletê werin, bên lêkolînkirin.

Ev ekîbane bikarin bi awayeke hêsan xwe bigihînin agahiyên li Qereqol, nexweşxane, Tiba Edlî, Dozgeriyan.

Her wiha bikarin tundiya di nava saziyên dewletê de yên li dijî jinan jî lêkolîn bikin.

Ev ekîb ne tenê tundîya fizîkî, tundiya psîkolojîk û aborî jî digire nava xwe.

https://rojnews.news/ku/jin/di-6-mehan-de-235-jin-li-tirkiyeye-hatin-qetilkirin/

Back to top button