HPG: Li Xakurkê û Geverê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi çalakiyên bi bandor bersivên tund didin êrîşên artêşa Tirk a dagirker.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de li Gever û Xakurkê 7 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin.

Fermandariya Bîryargeha NPG’ê jî ji ber çalakiya 18’ê Tîrmehê ku bi serketî hat kirin, fermandar û gerîlayên Eyaleta Avaşînê pîroz kir.

 

Li başûr û bakurê Kurdistanê şerê di navbera artêşa Tirk ya dagirker û gerîlayên HPG’ê de dijwar dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Xakurkê û Geverê ya Colemergê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 22’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên di navbera girên Lêlikan û Kevortê ya Xakurkê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo şehîdên qehreman ên Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê hate lidarxistin.

Di 19’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Gezrê ya Mêrgezerê ya Gevera Colemêrgê operasyoneke dagiriyê da destpêkirin. Di navbera hêzên dagirker û hêzên me de şerekî giran çêbû. Di van şeran de 3 leşker hatin cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn.”

HPG’ê ragihand ku balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker di 21 û 22’ê Tîrmehê de Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine û da zanîn ku di encama bombebaranê de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

 

NPG’Ê Fermandar û Gerîlayên Eyaleta Avaşînê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî ji ber çalakiya sabotajê ya li nêzî qereqola Gemanê a 18’ê Tîrmehê ku di encamê de serpelek, kontrayek bi giştî 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, Fermandariya Eyaleta Avaşînê pîroz kir.

Fermandariya NPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got;

“Ev çalakî rêbazeke mînak a çalakiya serketî ye. Li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ku dixwazin welatê me bi temamî dagir bikin, ji ber vê çalakiya we ya serketî em hevrêyan hemûyan, di şexsê fermandariya we de hêzên li eyaletê hemûyan pîroz dikin û hêvîdar in ku serketinên we wê bidomin.”

Back to top button