Bi nêzîkbûna Şoreşa 19 Tîrmehê Li Helebê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd şevbuhêrkek li dar xist.
Şevbuhêrk li herêma Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar ket.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partî tev lê şevbuhêrkê bûn.
Di destpêkê de endamê Navendê Ridwan Agirî axivî û balkişand li ser girîngiya parastina çand û hûnerê.
Ridwan Agirî bang li gelê herêmê kir ku ax û çanda xwe biparêzin.
Paşê, Komên hazir stranên bi zimanên erebî û kurdî gotin.
Û hin Stranbêjan stran ji çanda Efrînê gotin.
Şevbuhêrk bi gerandina govendê ve bidawî bû.