Hêzil Ozgur: Dîroka serwerên Tirk dîrokeke komployan e

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur derbarê komploya Navneteweyî a li dijî Rêber Apo de got:
“Bi têkoşîna rêxistinbûyî ya li her qadê dawî li nêzîkatiyên komploger bê anîn.”

Bi wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur nirxandin kir.

Hêzil Ozgur bal kişand ser dîroka komplogeriyê ya serwerên dewleta Tirk û got:

“Dîroka serwerên Tirk dîrokeke komployan e.

Di nava Osmaniyan de mejiyê kuştina xwişk û birayên xwe jî encama vî mejî ye.”

”Dîroka PKK’ê li dijî komployan dîroka mirovbûyînê ye”

Hêzil Ozgur diyar kir ku yek ji gelên herî zêde komplo lê hate kirin jî gelê Kurd e û got:

“Dîroka PKK’ê li dijî komployan dîroka mirovbûyîn, vegera li cewherê xwe.

Pêkanîna azadiya jinê, şînkirina hêviyê û afirandina civakeke polîtîk û exlaqî ye.”

“Komploya di şexsê Rêber Apo de sombola hemû komployan e”

Hêzil Ozgur bal kişand ser komploya li dijî RêberAbdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û got:

“Komploya ku di şexsê Rêbertî de li gelê Kurd hate kirin, sembola hemû komployan e.

Nêzîkatiyên ‘Hevrêtiya kêm û dostaniya sexte’ jî bû sedema pêkhatina vê komployê.”

“Ji bo çareserkirina pirsgirêkan Rêber Apo gelekî hewl da”

Fermandar Hêzil Ozgur destnîşan kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan gelek caran hewl da û got:

“Li Îmraliyê jî hevdîtin pêk anî û bang li gel û partiyê kir. Pêvajoyên agirbestê ragihand.

Dewleta Tirk û hevkarên wê li gel bangên Rêbertî yên ji bo çareseriya pirsgirêkan komplo kûr kirin.

”Pêwîste her kes li dijî komployê tevlî têkoşîna azadiyê bibe”

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komployê divê bi xurtî dewam bike û wiha domand:

“Her kesên ku xwe şoreşger, demokrat, mirovên bi exlaq û polîtîk dibînin divê tevlî vê têkoşînê bibin.

Eger têkoşîneke rêxistinbûyî li her qadê bê kirin hingî wê dawî li nêzîkatiyên komployê bê anîn.”

Xebat Andok: Li dijî qirkirinê berpirsyariya herî mezin dikeve li ser milê jin û ciwanan

Back to top button