Çalakiya Şengaliyan di roja 59’an de dewam dike

Çalakiya Şengaliyanh ya li dijî plana dagirkirina Şengalê di roja 59’an de berdewam dike.
Têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, Rêveberê Navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku eger Iraq û PDK piştgiriya Tirkiyê nekin, wê bi hêsanî dewleta Tirk êrîşê Şengalê neke.

Welatiyên Şengalê li dijî peymana dagirkirina Şengalê piştgiriya Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja 59’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike. Çalakvan diyar dikin heta daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe nîşan didin.

Rêveberê Sinûnê: Bêyî piştgiriya PDK û Iraqê Tirkiye nikare êrîş bike

Midûrê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî diyar kir ger ku hikûmeta Iraqê û PDK piştgiriyê nedin dewleta Tirk, wê bi hêsanî nikaribe gefa êrîşan li Şengalê bixwe û got; “Wê civaka Êzidî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bide û bê bersiv nemîne.”

Back to top button