Di êrişa li ser Qamişlo de welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker ev 4 roj bê navber bakûr û Rojhilatê Sûrî taybet jî navendên bajêr bombebaran dike.
Artêşa dagirker doh herî dawî navenda qamişlo bombebaran kir.

Artêşa dagirker doh saet 11’ê êvarê erebeyek li çerxerêya Osman Sabrî ya Qamişlo erebe kir hedef.

Di encamê de welatiyê bi navê Hisên Mecdîn (45) birîndar bû.

Birîndar ji aliyên tîmên tendûristiyê ve yekser ji bo nexweşxaneyê hate vegûhestin.

 Di van êrişan de dewleta dagirker taybet sivîlan dike armanc.

Maxdûrên van êrişan ê sereke zarokin.

Dema rûdana vê êrişê de ev zarok bi şansî filitî û wiha behsa bûyerê dike.

Back to top button