Qeys Xezelî: Peymana 9’ê Cotmehê nayê cîbicîkirin

Qeys Xezelî di Dîdara Rafîdeyn ya Bexda diyar kir ku ‘Peymana 9’ê Cotmahê’ ya di navbera Barzanî û Kazimî de li dijî Şengalê nayê cîbicîkirin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayip Ehlî Heq Qeys Xezelî, di beşek din yê axaftina xwe derbarê dîdara Rafîdeyn ya Bexda de axivî.

Qeys Xezelî balkişand ser lihevkirina Barzanî, Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî ya li ser daxwaza dewleta Tirk a binavê ‘Peymana 9’ê Cotmehê’ de axivî û got:

“Peymana 9’ê Cotmahê ya di navbera Barzanî û Kazimî de li dijî Rêveberiya Xweser ya Şengalê û Êzidiyan nayê cîbicîkirin.”

Qeys Xezelî: Divê hêzên Amerîka û artêşa Tirk ji Iraqê derkevin

Her wiha Qeys Xezelî ragihand ku divê hêzên Amerîkî û artêşa Tirk ji Iraqê bên derxistin û got:

“Derxistina hêzên biyanî ji Iraqê biryareke girîng û pêwîste ku bandoreke mezin li ser Iraq û navçeyê ji bo bidestxistina aramiyê heye.

Helbet derketina wan ji Sûriyê jî heman wateyê dide.”

Back to top button