Li herêma Biradost mayîn bi şivanek ve teqiya

Di danê sibehê de li Zozanên Sinîn ên li sînorê Biradostê, mayînek bi şivanekê ve teqiya.
Hate gotin, di encama teqînê de welatî ji dest û lingên xwe birîndarbûye.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê li herêma Biradostê, di danê sibehê de li Zozanên Sinîn ên li sînorê Biradostê mayînek bi şivanekê ve teqiyaye.

Di encama teqînê de şivanek ji dest û lingê xwe birîndar bûye.

Piştî wergirtina çareseriya pizîşkî ya destpêkê li Sîdekanê, şivanê birînar derbazî Nexweşxaneya Lezgîn a Soran kirine.

Welatiyê ku mayîn pê ve teqiyayî, bi armanca çêrandina pezê xwe berê xwe dabû zozanan.

Hêjayî gotinê ye ev herêm ji aliyê rejîma Bees’ê ve ji beriya niha bi mayînan hatibû dagirtin.

Beriya niha gelek buyerên heman şêweyî li vir rudane û bi dehan kes bûne qurbanî.

Back to top button