Li Meyadîna Dêra Zorê, 7 çekdarên Îranê hatin kuştin û şewitandin

Li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê, 7 çekdarên girêdayî Îranê, li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û şewitandin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku DAIŞ’ê nişkayî, êrîşî nuqteyeke leşkerî ya çekdarên bi ser Îranê ve, li navçeya Telet El-Temah li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê, kir.

Li gorî Navendê, di encama vê êrîşê de, 7 çekdarên komên girêdayî Îranê hatin kuştin û piştî ku çeteyan ew kuştin, termên wan jî şewitandin.

Çevdêriyê her wiha diyar kir ku, DAIŞ’iyan paşê nuqte jî bi temamî şewitand û dest danî ser çekên tê de.

Li gorî bîlançoya Çavdêriya Sûrî, ji 24 Adara 2019’an û heta niha, 145 çekdarên Îranê li ser destê DAIŞ’ê temam bûne.

Li Lazqiyê jinek bi topbarana hêzên hikumeta Şamê birîndar bû

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan raguhand ku hêzên hikumetê bi dehan mûşkan herêma Cebel El-Ekrad a li gundewarê bakur Lazqiyê topbaran kirin.

Di encamê de jinek birîndar bû.

Hêzên hikumetê deverên çeteyên Tirkiyê yên li bakurê rojavayê Hemayê û yên li gundewarên başûrê Idlibê jî topbaran kirin.

Her weha balafirên şer ên Rûsyayê jî, depoyên cebilxaneyê yên çeteyên Tehrîr El-Şam li gundewarên rojavayê Helebê, bombebaran kirin.

Back to top button