Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li seranserê Şengalê çalakiyên cûrbecûr tên lidarxistin
TAJÊ li ser girîngiya têkoşîna azadiya jinan semînerek da
Semîner ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel û Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî ve li Meclîsa Gel a Şengalê hate dayîn.
Dayê Neam Bedel diyarkir ku têkoşîna jinên Êzidî sal bi sal zêdetir pêşdikeve û divê herkes li têkoşîna jinê xwedî derbikeve.
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî jî diyar kir ku bi felsefeya Rêber Ocalan ya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilata Navîn şoreşek dest pêkiriye û wê jin bi têkoşîna xwe vê şoreşê serbixînin.
Jinên Ereb ên Şengalê: Bi saya fikrê Rêber Apo me rêya azadiyê naskir
Bi heman armancê Meclisa Gel ya Ereba ya Şengalê bi jinên Ereb yên Şengalê re semînerek lidarxist.
Di semînerê de Endama Meclisa Jinên Ereb Wedha Ebid diyar kir ku wan tu carî roja jinê nebihîstibûn lê belê bi naskirina fikrên Rêber Apo xwe û rêya azadiyê naskirin.