Şêniyên Minbicê: Em dev ji xaka xwe bernadin

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku ew hêza xwe ji hêzên leşkerî yên ku sînor ji êrişan diparêzin, werdigirin û gotin: “Armanca dewleta tirk a dagirker ji topbaranê ew e ku şênî werin tirsandin da ku ji mal û xaka xwe derkevin.
Çiqas êriş giran bibin jî em dev ji xaka xwe bernadin û nehêlin planên dijmin pêk bên.”

Fatme El Ehmed diyar kir ku rojane malên sivîlan tê armanckirin û got:

“Armanca dewleta tirk a dagirker ji topbaranê ew e ku şênî werin tirsandin da ku ji mal û xaka xwe derkevin.

Hêzên me yên leşkerî van êrişan têk dibin.

Em bi hêzên xwe bawer in û hêza xwe jî ji wan digirin.”

Çiqas êriş giran bibin jî em dev ji xaka xwe bernadin û nehêlin planên dijmin pêk bên.”

Wefa El Elêwî jî anî ziman ku hêzên leşkerî ji bo parastina vê xakê berdêlên herî buha didin, ne ji îradeya wan ba jî şêniyan ev hêz nedigirt.

Back to top button