Gulîstan Kiliç: Em ê bi hev re bi ser bikevin

Hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên Tirkiyê nêz dibin. Bi nêzbûna dema hilbijartinê re, Partiya Çep a Kesk xebatên xwe zêde kirine. Namzeda Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Kiliç Koçyîgît û Perihan Kocakaya peyamên xwe dan .
Herdû namzetan piştrar kirin ku ew nêzî serkeftinê ne, em bi îdîa ne. em ji bo guhertinê amade ne.

Partiya Çep a Kesk bi namzetên jin ên parlamenteriyê re amadekariya hilbijartinê dike..

Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî ku yek ji van namzedan e bal kişand ser girîngiya nûnertiya wekhev.

Gulîstan destnîşan kir ku em ê bi hev re azad bibin û got: Partiya Çep a Kesk xwedî nûnertiya herî zêde ya jinan e..

Partî bi rêjeya ji sedî 45 partiya ku herî zêde nûnertiya jinan dike ye.

Ev yek di dema nirxandina rêjeya temsîliyeta partiyên din de destkeftiyeke gelekî girîng e.

Gulîstan tekez kir ku em ê bi hev re bixebitin û em ê bi hev re azad bibin.

Em ê bi hev re bi ser bikevin.

Perihan Kocakaya: Em ji bo guhertinê amade ne

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Perihan Kocakaya jî bi heman armancê nirxand kirin..

Perihan Kocakaya destnîşan kir ku li gund û navçeyên Meletiyê canên me hatin qetilkirin û got:

“Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan jî didomin.

Hîna 24 saet li ser erdhejê derbas nebûn, êrîşên hewayî li ser Rojava hat kirin.

Pêwîstiya gelan heye ku bi hev re di nava aramî û ewlehiyê de bijîn. ”

Perihan piştrast kir ku em nêzî serkeftinê ne. Em bi îdîa ne. Em ji bo guhertinê amade ne.”

Back to top button