Bedîa Erabo: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi xwîna şehîdan bi ser ket

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk li navçeya Dirbêsiyê Bedîa Erabo diyar kir ku Rêvberiya Xweser divê were naskirin ji ber ku ew dikare aloziya Sûriyê çareser bike û sîstema demokratîk ava bike.

Bedîa Erebo balkişand li ser pêvajoyê û da zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê di qonaxeke hesas de derbas dibe ji ber ku ji her alî ve rastî êrîşan tê.

Bedîa diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê di her warî de bi saya xwîna şehîdan serkeftineke mezin bi dest xist û anî ziman:

“Hemû dewlet û bi taybet dewleta Tirk a dagirker hewl dide vê projeya têk bibe ji ber ku sîstemeke demokratîk û biratiya gelan pêk anîye.”

Bedîa Erabo derbarê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga piştgiriya Rêveberiya Xweser ji civaka navneteweyî kir.

Back to top button