Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel şehîd bû

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di encama teqîna mayînekê de ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin, fermandar Bozan Osman Berkel şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî şehadeta ji fermandarên meclisê Bozan Osman Berkel daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Vê sibê mayînek di encama teqîna mayînekê de ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin . hevrê Bozan Osman Berkel şehîd bû.

Hevrêyê me Bozan ji kesên destpêkê bû yên ku tev li têkoşînê bûne.

Di Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî de dixebitî

Di nava gel û eşîran de xwedî roleke girîng bû.

Têkoşerekî ku westan nizanî bû û xwedî exlaqekî mezin bû.

Em Meclisa Leşkerî ya Minbicê soz didin şehîd Bozan ku em ê rêya wî bişopînin, tola wî hilînin.

Em soz didin em ê destên xedarên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmên me têk bibin, qut bikin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Bozan Berkel
Navê dayikê: Selûha
Navê bav: Osman
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-01.01.1974
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-06.09.2023″

Back to top button