Li gundwarê Til Temir ê dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, malbatek revandin.
Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan bi ser gundê Lîlan ê rojavayê navçeya Til Temirê yê li nêzî rêya M4 girt û malbatek revand.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, dagirkeran malbata ku ji mêr, jin û keçek biçûk pêk dihat, revand û birin cihek nediyar.
Navenda belgekirina binpêkirinên li bakurê Sûrî, eşkere kiribû ku ji destpêka dagirkirina herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî, dagirkeran 650 sivîl renavdine ji wan 117 kes hatin êşkence kirin.