Murat Karayilan: PKK li gor rastiya Kurd xwe rêxistin kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku PKK li ser esasê parastina civakê, rastiya Kurd û ya Rojhilat navîn xwe rêxistin kir hêza xwe parastinê avakir û bû hebûn. Ev hebûn bi paradîgma Rêber Apo ve niha gerdûnî bûye û ev rastî dê di sala 42’an a têkoşînê de bêhtir xurt bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Murat Karayilan di destpêkêde balkişand li ser Karekterê PKK’ê û dazanîn ku; Tevgera Azadiyê di esasê xwe de hêzeke fikriye û Rêber Ocalan bi du gotinên “Kurdistan Mêtingeh e’ vê rastiyê da ber çavan û li gor wî xwe rêxistin kir.

Murat Karayilan: Têkoşîna çekdarî ji bo PKK’ê ne tercîh ji çarî bû

Karayilan destnîşan kir ku di Kurdistaneke mêtingeh de dewleta Tirk ji bo xwe kuştin tinekirin a Kurdan esas girti bû.Bi biryar bû civaka Kurd ji aliyê fîzîkî û çandî ve qirbike û teslîm bigre.

Li dijî vê wehşetê jî PKK biryara parastinê girt. Têkoşîna çekdarî ji bo PKK’ê tercîh nebû ji neçarî bû.

Murat Karayilan: Di Rojhilat navîn de ti hêz bêparstin nikare têbikoşe

Fermandar Karayilan rewşa heyî ya Rojava mînak da û diyarkir ku ger ku YPG, QSD, YPJ nebûya hêza xweparastinê nebûya li dijî êrişên dewleta Tirk û DAIŞ’ê wê li Sûrî Kurd nemana.

Karayilan got, “Rastiya ku êdî eşkere bûye wiha ye, di nava şert û mercên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bêyî sîstema xweparastinê ti hêz nikare têbikoşe. Ti tevgera azadiyê nikare bi pêş ve bikeve û nikare xwe biparêze.

Murat Karayilan: ‘Têkoşîna PKK’ê êdî xwedî karaktereke navneteweyî ye’

Murat Karayilan encamên xweparatinê jî wiha anî ziman:Hêza xwe parastinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi têkoşînek destanî ve mirovahî ji DAIŞ xilas kir û DAIŞ têk bir. Bi vê têkoşîn û serketina xwe ve, Kurd li dinyayê da naskirin û doza Kurdan navnetewî kir. Eşkere ye ku ev yek roleke gelekî girîng û dîrokî ye.

Karayilan diyarkir ku xeta ku PKK’ê ji xwe re esas digre têkoşîna civakî ye. Têkoşîna ji bo afirandina civaka demokratîk e. PKK 41 sale di vê çerçovê de têkoşîn dike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di dawî de diyarkir ku him di Kurdistanê de him jî di asta heremî û cîhanê de di sala 42. de têkoşîna xwe hîn xwertir bikin.

Leave a Reply

Back to top button