Êrişên dewleta tirk li dijî hêrêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4 û gundên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Dagirkeran gundê Cehbel di seatên sibehê de û rêya M4 û gundê Teyba di seatên nîvro de topbaran kirin.
Agahiyên derbarê topbaran nehain bi destxistin.
Doh jî tevahiya rojê, gunên Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê rastî topbarana dijwar hatin.
Zêdetirî 700 topên obîs, hawan û tankan li mal û zeviyên xelkên van herêman ketin e.
190 topê li gundên Şera ketibûn.