Dûran Kalkan: Li dijî êrişên Tirkiyê divê her kes xwedî helwest bin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV de êrişên dewleta Tirk a li dijî Başûr û Rojavayê kurdistanê jî nirxwand.
Kalkan diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê pilanên hilbijartina 14’ê Gulanê dikin lewma bi qetilkirina mirovan dixwaze bigihîjin serketinê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber’ê de êrişên dewleta Tirk a li dijî Başûr û rojavayê Kudistanê jî nirxwand.

Duran Kalkan balkişand ser êrişa dewleta tirk a li dijî balafirxaneya Silêmaniyê û wiha got:

“Dewleta Tirk bi tesadufî van nakin.

Êrîş birine ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriye, ser fermandarê QSD’ê.

Ev ne êrîşa yekem e.

Ne tenê Mazlûm Abdî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş birin ser gelek rêveberan. Divê ev bê dîtin. ”

Kalkan diyar kir divê li dijî êrişan tedbîr bêne pêşxistin û got:

Lê divê hemû cîhan jî vê rastiyê bibîne, li hemberî vê yekê xwedî helwest bin.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk bi hilbijartinê re jî girêdayî ye û ev tişt anî ziman:

“Faşîzma AKP-MHP’ê, MÎT û kontr gerîla heta ku ji destê wî tê seferber kiriye.

Ji bo dîtin û xistina rêveberiya PKK’ê seferber bûne.

Bi encama ku wê ji wir bi dest bixin, dixwazin di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser bikevin.

Hesab dikin ku eger rêveberên PKK’ê, Kurdan, Kurdên navdar bixin, wê di hilbijartinê de dengê nîjadperest, şovenîst, faşîst, netewperest û Tirkperestan bigirin û di hilbijartinê de bi ser bikeve. ”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiyê de anî ziman Erdogan bi qetilkirina mirovan dixwaze bibe serokomar û got:

“Rêbaza ku di hilbijartina serokkomariyê de daniye, qetilkirina Kurdan e.

Qetilkirina rêveberên PKK’ê, Kurdên ku ji bo azadiyê têdikoşin e.

Divê Her kes vê bibîne û bizane.”

Back to top button