Dagirkeriya Tirk stasyona Mebrûka kir baregeheke leşkerî

Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kehrebeyê veguherand binkeyeke leşkerî, miqdara kehrebeyê ya ji Cizîrê re ji 170 megawatt heta 100 megawatt qels bûye. Rêveberiya Xweser hewl dide bedîlan peyda bike.

Berpirsê Gerînendetiya Veguhastin û Belavkirina Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Silêman têkildarî kêmbûn û nebûna kehrebê li herema Cizîrî axivî.

Mistefa Silêman got; “Niha li heremê du îstasyonên kehrebê yên serekke hene îstasyona Mebruka û ya El-Bewab.Bi rêka van îstasyona kehrebeya ku bendava Tebqayê tê li heremê dihat belav kirin.”

Lê ji ber ku dewleta Tirk îstasyona Mebruka dagirkir û vegeherandiye cihekî leşkerî, şêniyên heremê wek berê sûd jê nagrin.

Ji bo çareserkeirina kêmbûna keheremê Mistefa Silêman diyarkir ku ew hewildidin bi rêya zeviyên El-Cebse bi rêya 3 enefeyan ku karîna wan dighêje 10 megewat ê, bedêlên ji bo îstasyona Mebruka avabikin.

Herwiha dazanîn ku ew wek saziya Enerjiyê jî wê bi rêka aliyên navdewletî hewilbidin ku stasyona Mebruka careke din bidin xebitandin.

Leave a Reply

Back to top button