KCDK-E’yê beriya rojên girîng ên weke 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê û 28’ê Adarê Roja Lehengiya Neteweyî daxuyaniyek weşand û bang li hemû gelê Kurd kir ku ji bo pêngava azadiya Rêber Apo û li dijî êrîşên qirkirinê têkoşînê mezin bikin.
Daxuyaniya KCDK-E’yê bi vî rengî ye:
”Di meha Adarê de ku meha qirkirin û tekoşînê ye, têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardarî berdewam dike.
Rêber Apo pêşengê hedefa Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk e.
Ji ber vê yekê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê di şexsê Rêber Apo de êrîşên xwe yên qirkirinê yên li ser gelê Kurd didomîne.
Em weke KCDK-E’yê bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku li dijî van êrîşên komkujî û qirkirinê li her derê girêdayî yekitiya neteweyî bi erk û berpirsiyarên xwe yên wijdanî û exlaqî tekoşînê mezintir bikin û azadiya gelê xwe pêk bînin ku ev yek mezintirîn daxwaza şehîdên me ye.”