Dadgeha Tirkiyê cezayê heta hetayî li Çîçek Kobanê birî

Dadgeha dewleta Tirk a bajarê Rihayê li Dozgin Temo-Çiçek Kobanê, ya li Girtigeha Rihayê girtîye, cezayê heta hetayê birî.

6’emîn rûniştina doza Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), a ku çeteyan ew dîl girtin û revandin Tirkihyê ku niha li Girtigeha Rihayê girtîye, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat.

Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), dema şerê dagirkeriya Tirk li ser Eyn Îsayê de li gundê Mişrefa di şer de bi birîndarî ket destê artêşa dagirker, piştî êşkenceyê hatibû girtin û niha li Girtîgeha Rihayê tê girtin.

6’emîn rûniştina doza Çîçek Kobanê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat.

Çîçek Kobanê bi rêya pergala bi dîmen û bi deng tev li rûniştina dozê bû.

Dadgeha dewleta dagirker der barê Çîçek Kobanê” de bi îdiaya “Yekitiya dewletê xera kiriye” û “Mirov kuştiye” Cezayê heta hetayê û 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birî.

Back to top button