Fermandariya QSD’ê raya giştî agahdar kir

Fermandariya Giştî a QSD’ê têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Girtîgeha Xwêranê, raya giştî agahdar kir. Fermdariyê eşkere kir ku tevgera DAIŞ’ê hemwextî êrişên dewleta Tirk destpêkir û got, 200 çeteyên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Ramadî beşdarî êrişê bûn. Li gorî daxuyaniyê, di nava 3 rojan de 175 çeteyên xwekuj hatin kuştin û şer li dijî şaneyên derve dewam dike.

Têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Girtîgeha Xwêran ê, Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyaniyek da.

Fermandariyê bi bîr xist ku demên dawî bi taybet êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê zêde bûne û wiha dewam kir:

Di wextekî de ku hêzên me ji bo parastina gel û herêmê li eniyên dagirkirî di nava berxwedanê de bûn, çeteyên DAIŞê êrişekî berfireh li dijî Girtîgeha Sînaa a Hesekê pêk anîn.

200 Çeteyên xwekuj, ji Serêkaniyê, Girê spî û Ramadî ya Iraqê beşdarî êrişê bûn

Li gorî mukirhatinên hin DAIŞ’iyên hatine girtin,

Di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtine.

Çete ji aliyê Serêkaniyê, Girê Spî û bajarê Iraqê Ramadî hatine û pêşî xwe li Taxa Xwêranê bicih kirine.

Piştî amadekariyên 6 mehan, êvara 20’ê Çile bi seyareyên bombebarkirî êrişî girtîgehê kirin.

Di kêliya pêşî de çeteyan êrişî karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirin.

Paşê hewl dan ji girtîgehê birevin.

Hewildana çeteyan ya revê piranî bê encam ma.

Lê belê hinek çete karîbûn ku xwe bigihînin avahiya Kolêja Aboriyê ya li kêlaka girtîgehê.

Di rewşa heyî de hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê.

Lê esas şerê dijwar li dijî şaneyên ku ji derve êriş dikirin pêk hat.

Li gorî vê;

Fermandariya Giştî ya QSD’ê: 175 çeteyên êrişkar hatin kuştin

Li taxa Xwêran a Şerqî, Kolana Zihûr û Qada Panaroma şerên dijwar rû dan.

Heta niha piraniya van şaneyên veşartî hatine tinekirin.

Dîsa li Taxa Xwêranê ambarên bin erd ên çekên giran ketin destê şervanan.

Girtîgeh niha di bin kontrola hêzên me de ye.

Di daxuyaniyê de encama şerê 3 rojan jî wiha hat eşkerekirin:

150 çeteyên ji derve û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û êrişê hêzên me kirin, hatin kuştin.

Ji bo zerar negihêje xelkê sivîl, hêzên QSD’ê bi baldarî û sebreke mezin tevgeriyan.

Di şerê parastina gel de, 27 şervanên me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê: Bi tevlîbûna 10 hezar şervanî pêngaveke berfireh destpêdike

Fermandariya QSD’ê ragihand ku ew ê dest bi tevgereke berfereh bikin û got;

Bi tevlîbûna 10 hezar şervanên QSDê û hêzên asayîşê, pêngava paqijkirina herêmê ji çeteyan destpêdike.

Ev pêngav wê li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî li herêmên Hasekê, Reqqa û Dêrezorê pêk were.

Di van 3 rojan de hêzên me yên QSDê, Asayîş û HPC’ê bi lehengî şer kirin.

Di vê operasyonê de Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî bi awayekî çalak cih girt.

Her weha gelê me yê Xwêran û bi giştî Hasekê jî alîkariyekî mezin da şervanên xwe.

Fermandariyê di serî de xelkê Hesekê, bang li gelê herêmê kir ku bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar û îşaret bi van xalan kir:

Hemwextê êrişa li Hesekê, li xeta Eyn Îsa dagirkerên Tirk û çeteyan wan êrişî baregeh û çeperên hêzên me kirin û bûn sebeba şehadeta 3 şervanên me.

Di encama berxwedaniyeke mezin de êrişa li Eyn Îsa hat şikandin.

Fermandariya Giştî a QSD’ê di dawiyê de ev peyam da: “Heta niha çawa ku me herêmên xwe û gelê xwe bi fedakariyeke mezin li hember hemû cureyên êrişan parastine, ji vir û şûn de jî em ê biparêzin.”

 

Back to top button