Mûstafa Karasû: Nêzîkatiya CPT nêzîkatiya Ewropa ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku CPT ji saziyeke Hiqûqî zêdetir siyasîye, nêzîkatiya CPT ya Ewropa ye û diyarkir ku dem hatiye ku pergla Îmraliyê bê perçekirin.
Mûstafa Karasû 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li hemû jinan pîrozkir û got:
“wê bi jinê teqez cîhaneke nû bû avakirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû û mijarên sereke yên rojevê nirxand.

Mûstafa Karasû neçûnsa CPT ya Îmraliyê rexnekir û wiha behsa rastiya CPT kir:

“CPT saziyeke hiqûqî nîne. Xwe bi wî rengî nîşan dide, lê teqez bi îradeya siyasî ve girêdayî ye.

Ji xwe dema serdana girtîgehan dike, bêyî destûra Tirkiyeyê raporên xwe naweşînin.

Nêzîkatiyên CPT nêzîkatiya Ewropayê ye.

Divê bi vî rengî bê nirxandin. Ewropa nêzîkatiyeke polîtîk nîşanî Tirkiyeyê dide. Heman tiştî CPT jî dike. Ya rast, CPT bi vê helwesta xwe sîstema Îmraliyê rewa dike.”

Mûstafa Karasû: Divê sekna CPT bê teşhîrkirin

Karasû destnîşan kir ku CPT dûrê nasname û erka xwe ketiye û wiha banga teşhîrkirina CPT’yê kir:

Dibêjin CPT girtîgehan, kontrol dike, pêşî li êşkenceyê digire.

Lê belê 3 sal in tecrîd heye. 3 sal in hevdîtin bi parêzeran û malbatê re nayê kirin.

CPT bi vê helwesta xwe vê rewşê asayî dibîne.

Divê CPT bêteşhîrkirin û rexnekirin.

Ev helwesta CPT ji bo me, ji bo hemû gelan hinceta bilindkirina têkoşînê ye.”

Mûstafa Karasû: Di qonaxa duyemîn de divê pêngav civakî û girseyî bibe

Karasû dazanîn ku dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê û bang li her kesî kir ku di qonaxa duyemîn de pêngavê hîn civakî û girseyî bikin

Mûstaf Karasû: Wê bi Jinê cîhaneke cûda teqez pêk were

Mûstafa Karasû 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhan li hemû jinan pîrozkir û got:

Sedsala 21’ê teqez wê bibe sedsala azadiya jinê û bi azadiya jinê, bi têkoşîna azadiya jinê wê azadî bi wate bibe, demokrasî bi wate bibe.

Tê gotin, ‘Cîhaneke cuda dikare pêk were’, jin vê yekê bi şênberî nîşan didin.

Sekna jinan nîşanî me dide ku cîhaneke nû dibe. Bi têkoşîn û sekna jinê wê cîhaneke nû teqez pêk were. Bi vê wesîleyê 8’ê Adarê li jinan hemûyan pîroz dikim.”

Mûstaf Karasû: Têkoşîna azadiya Jinê wê mêr jî ji koletiyê rizgar bike

Karasû diyarkir ku têkoşîna azadiya Jinê wê mêr ji koletiya rizgar bike û axaftina xwe wiha bidawî kir:

” Hişmendiya serweriya mêr mêran jî qirêj dike. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiya jinê herî zêde wê mêran ji koletiyê rizgar bike.

Rizgariya mêr a ji koletiyê, rizgariya ji wê qirêjiyê, rizgariya ji wê bêexlaqî û bêwijdaniyê wê azadiya jinê misoger bike.”

Back to top button