Rûsya 40 êrîşên hewayî li dijî nuqteyên DAIŞ’ê pêk anîn

Balafirên Rûsyayê bi awayekî rojane êrîşan dibe ser nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bejahiya Sûriyê û heta duh jî 40 êrîş pêk anîn. 

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora 40 êrîşî li dijî nûqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora rêya Esriya-Tebqayê ya di nava gundewarê rojavayê parêzgeha Reqayê de, pêk anîn.

Agahiyên têkildarî wendahiyan jî tune ne.

Li çolistana Bûkemalê teqînên dijwar pêk hatin

Her wiha li bejahiya Bûkemalê ya rojhilatê Dêra Zorê ya di bin kontrola hêzên Îran û komên alîgirên wê de, dengê teqînên dijwar hat bihîstin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di dema teqînan de balafirên bêmirov li ser herêmê digeriyan.

Heta niha jî sedemên teqînan nehatine zanîn.

Hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyan li Idilb û Hemayê topbaran kirin

Li parêzgeha Idilbê, hêzên hikumeta Şamê deverên çeteyên dewleta Tirk yên li Sifohin, Fitêra, Kensefra yên li gundewarê Başûrê Idilbê topbaran kir.

Çavdêriyê da zanîn ku hêzên hikmetê deverên li El-Enkewî û Qilîdîn yên li Sehl El-Xab yên li Bakurê Hemayê jî, kirin armanc.

Back to top button