Rûsya herêma dewriyeyên xwe berfirehtir dike û avakirina baregeheke leşkerî li Minbicê radigihîne.
Piştî vekişîna hêzên Emerîkî ji baregeha Sirînê ya bajarê Minbicê, serbazekî polîsa leşkerî ya Rûsyayê ragihand ku ew ê nuqteyeke xwe li vê baregehê çêbikin.
Serbazê Rûsî diyar kir ku ji çaxê Emerîkî vekişiyane.. Minbic û derdora wê bi giştî ket jêr berpirsyartiya wan û got:
Em ê karwanên alîkariyên mirovî yên di Minbicê re derbas bibin, biparêzin.
Her wiha, em ê herêma dewriyeyên xwe berfirehtir bikin.
Serbazî Rûsî anî ziman ku ew ê balafirên xwe li balafirgeha Sirînê bi cih bikin da li gel dewriyeyên polîsa Rûsî bigerin.