Îbrahîm Şêxo: Li Efrînê polîtîkayên qirkirinê didome

Çalekvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê revandin, komkujî û talankirina xwezayê dewam dike û got:
“Di meha sibatê de gelek binpêkirinên mafan li Efrînê pêk hatine.
Tirkiyê malbatên ereb, tirkmen û filistînî li şûna kurdan bi cih dike û xwezaya Efrînê talan dike.Efrîna daristan niha bû çolistan.”

Dewleta Tirk a ji roja ku Efrînê dagirkiriye heta niha polîtîkayên kuştin, revandin, guhertina demografîk û talana xwezayê didomîne.

Çalekvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo têkildarî binpêkirinên mafan ên di meha Sibatê de li Efrînê pêk hatin axivî.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku di meha sibatê de gelek binpêkirinên mafan li Efrînê pêk hatin û got:

“Di êrişên Tirkiyê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, her wiha di nav de 6 jin û zarokek 27 welatî hatin revandin.

Ji 27 welatiyên ku hatibûn revandin hinek ji wan bi fîdyeya dolar û zêran hatin berdan û yên nehatin berdan jî em nizanin li ku ne û di çi rewşe de ne.

Her wiha 600 darên fêkî û 200 darên zeytûnan jî hatin birîn.”

Îbrahîm Şêxo: Efrîna daristan bû çolistan

Şêxo anî ziman ku di êrişên Tirkiyê yên li ser navçeya Şêrewa de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû ev agahî dan:

“Çend roj berê welatiyek di nav zeviya xwe de di encama êrişên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Roja Pêncşemê jî li gundê Soganakê jinek birîndar bû.

Tirkiye xwezaya Efrînê talan dike.

Efrîna daristan niha bû çolistan.”

Îbrahîm Şêxo: Tirkiyê malbatên ereb Tirkmen û Filistînî li şûna Kurdan bi dike

Çalekvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku Efrîna ji sedî 90 jê kurd bûn niha hejmara ereban ji ya kurdan zêdetir e û got:

“Planên Tirkiyê yên ji bo guhertina demografiya Efrînê berdewam dikin.

Tirkiyê malbatên ereb, tirkmen û filistînî li şûna kurdan bi cih kirin.

Navçeya Cindirêse ji erdhejên 6’ê sibatê gelek zirar dît, malzemeyên alîkariyê yên komeleyên ku ji gelê Cindirêse re şandin jî ji aliyê çeteyan ve hatin desteserkirin.

Alîkariyên hatin desteserkirin tenê li Ereban hatin belavkirin.

Beriya erdhejê gelek welatî ji ber zextên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê koçber bûn lê piştî erdhejê kes nema.”

Back to top button